Wêneyekî Yilmaz Guney cara yekemîne dikeve zêdebûna aşkere

Wêneyekî Yilmaz Guney cara yekemîne dikeve zêdebûna aşkere

 Rêveberê kompanya Hawar Filim rêzdar Hawar Mistefa Xan ragihand, yekemîn zêdekirina aşkere ji bo tabloya (NAMO) ku rola sînemakar û fîlozofê Kurd Yilmaz Guney di filmê (nexweşik û wêrek -1971) li bajarê Silêmaniyê (Solywood)a Kurdistanê bi serkeftî birêveçû.

Hawar Mistefa Xan ji rojnameya Xelata Kurmanca re ragihand, roja çarşemê 18/10/2023 demjimêr 4`ê paş nîvro li "Cafê Net" ya mûzexaneya nîştimanî Emnesureke ya li bajarê Silêmaniyê bo cara yekemîn di dîroka hunerên bedew yên Kurd û Kurdisttanê, tabloya (NAMO) di çalakiyeke (zêdebûna aşkere) de ku çalakiya dawîn ya xola çarem ya roja sînemeya Kurd bû bi amadebûna hêjmarek ji sermayeguzar, nivîskar û hunermend û medyakar kete zêdekirina aşkere û hate firotin û bi vî awayî ew çalakî di deriyeke gelek fereh de çûye nav dîroka hunerên ciwan yên Kurd û Kurdistanê.

Çalakî ji aliyê hunermendê rengan yê navdar rêzdar Dilşad Kuwêstanî ve hate birê birin û tablo ji aliyê hunermenda ciwan keça Kurd (Jiwan Baqî) ve hatibû xêzkirin û ew tablo ji aliyê nivîskar û ronakbîr û siyasetmedarê navdarê Kurd ve (Mihemed Emîn Pênciwînî) ve hate kirîn bi nirxê 510 dolarên Amerîkî û pîvana tabloyê 50X70 bû bi boyaxa zeytî hatibû bikaranîn.

Hawar Mistefa Xan amaje bi wê yekê jî kir ku di rojên bê de wê 100 wêneyên Yilmaz Guney di konferanseke rojnamevaniyê de biweşînin û belav bikin.

Hêjayî gotinê ye ku şandeke stafa Xelata Kurmanca ya ser bi mekteba ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê jî beşdarî çalakiyê bibûn.

XELAT