Serokê YNK Bafil Celal Talebanî bi serdanekê gihêşt Brîtanya

Serokê YNK Bafil Celal Talebanî bi serdanekê gihêşt Brîtanya

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Celal Talebanî ji bo encamdana çendîn hevdîtinên siyasî û civînên giring gihêşte Brîtanya yê.

Di destpêka serdana xwe de ku Şalaw Kusret Resûl hevalîniya wî dike, Bafil Celal Talebanî serdana (Chatham House)ê kir û giftûgoyeke vekirî digel çendîn siyasetmedar, parlemanter û aborînas û hêjmarek rojnamevan û lêkolînerên Kurd encam da. Her weha di wan hevdîtinan de guhertinên siyasî û aborî û ewlehiyê li Herêmê û Êraqê gotûbêj kirin. Di heman demê de nêrîn û stratejiya YNK`ê derbarê peywendiyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, mekanîzmên çareserkirina pirsgirêkan û baştirkirina hukumraniyê hatine ronahî kirin.

 Civînên Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî dê berdewam bin û têde çendîn mijarên giring wê werin gotûbêj kirin.

Sekoya Kurmancî