Şanoya Amedê bi `Don Kixot` perdeyên xwe vekir
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi lîstika Don Kixot perdeyên xwe vekir.
Şanoyên Bajêr ên di bin banê Daîreya Çand û Karûbarên Civakî de dixebitin, demsala Çand û Hunerê ya 2024-2025an bi adaptasyona kurdî ya romana `Cervantes Don Kixotê` dest pê kir.
Di pêşandana yekemîn a lîstikê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, temaşevanan Şanoya Bajêr bi tenê nehişt.
Lîstika ku roman tê de bi girêdana bi efsaneyên kurdî, mîtolojî û hevsengiyê ve tê vegotin, kêliyên xweş pêşkêşî temaşevanan kir.
Di dawiya lîstika serkeftî de, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Çagla Sanay bi dayîna kulîlkan şanoger pîroz kir.
XELAT/ Malpera Şaredariyê