Dr.Heval Ebu Bekir: Silêmanî di veberhênanê de yekemîne

Dr.Heval Ebu Bekir: Silêmanî di veberhênanê de yekemîne

Parêzgarê Silêmaniyê Dr.Heval Ebu Bekir ragihand, Parêzgeha Silêmaniyê di veberhênanê de yekeme.

Bi beşdarbûna balyoz û hejmarek ji nûnerên welatan û bi dehan mîvanên biyanî li ser asta welatên cîhan û ereb û navçeyê, duyemîn korbenda aborî ya Silêmaniyê birêve çû.

Dr.Heval Ebu Bekir di daxuyaniyekê çapemeniyê de got, em kêfxweşin ku Silêmanî li ser asta Herêma Kurdistanê di heyama du salên borî de di warê veberhênanên de bûye yekemîn û em hewl didin ku veberhênanên me ne tenê di warê avakirina xaniyan de bin belku hemû beşên din jî têde bin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku, Ji bilî ku parêzgeha Silêmaniyê di warê jîngeh, Tendirustî, Keşûhewa û Veberhênanê de yekeme li Êraq û Herêma Kurdistanê, di warê geştiyarî û şûnawarî û olî di asteke bilind de ye her weha di warê azadiya takekesî û azadiya gitşî de jî pêşenge.