Yekemîn Festîvala Silêmanî ya "Mûzîka Gelan" birêve diçe

Yekemîn Festîvala Silêmanî ya "Mûzîka Gelan" birêve diçe

Yekemîn festîvala navdewletî ya mûzîk û stranê li Kurdistanê, bi beşdariya dengbêj û komên navdar ên kurdî û bi rêya mûzîk û stranan, ji Silêmaniyê gelên herêmê dê sirûda jiyana hevbeş û azadiyê bibêjin. Di rêya vê festîvalê de, çalakiyeke hunerî û çandî ya bêhempa ji bo handan û geşepêdana geştiyariyê bo Kurdistan û Êraqê û bi taybetî bajarê Silêmaniyê, paytexta çand û hunerê, tê lidarxistin.

Îro jî bajarê Silêmaniyê dibe xala girêdana çandên cuda û mûzîka resen a Kurd û neteweyên din li parka Hawarî Şar û li ser sehneya (Şanoya Romanî) hembêz dike û di atmosferek azad de, mûzîka Kurdî û gelên herêmê peyamên bihevre jiyanê radigihînin. Ev jî wê bibe şanaziyeke din a bajêr û ji çanda mirovahiyê re bê pêşkêşkirin.

Sekoya Kurmancî