Salvegera koça dawiya "Egnîta" hevjîna Dr. Omer Şêxmûs

Salvegera koça dawiya "Egnîta" hevjîna Dr. Omer Şêxmûs

Jinek ji malbateka xanedan ya borjuwa ku ji bajarê Stokholmê paytexta Siwêdê tê çiyayên Kurdistanê û dibe Pêşmergeyê Kurdistanê û demekê li wir jiyana xwe didomîne, ew çiyayên ku di wêstgehên cuda cuda yên dîrokê de şahîdiya bi hezaran zulm û stemkarî kirine ku dujminan li hemberî gelê Kurd dikir kirine.

"Egnîta" xanim ji dayîkbûya 1943`an li bajarê Stokholmê ye, di nava şoreşê de navê xwe kiribû (Tara) ku yekem pêşmergeya biyanî di nava refên YNK`ê de bûye. "Egnîta" xanim bi dûv evîndarê xwe (Omer Şêxmûs) dikeve û li devera Nawzeng û Şênê û Zelê  ku baregehên serekî yên hêzên Pêşmergeyan bûye xweşî û nexwşî û serma û germayê û birçîbûnê û hemû şert û mercan jiyana pêşmerge tehemûl dike. Her çiqas ew stayla jiyanê ji bo "Egnîta" gelekî nû bû lê dema vedigere welatê xwe bi serfirazî behsa ezmûna xwe dike.

Dr. Omer Şêxmûs, xwediyê bawernameya mastire li zanistên siyasî, ji dayîkbûyê 1942`an li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji damezrênerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye û hevserê (Egnîta Kilîng)e.

 

XELAT