Nasnameya Serok Mam Celal ya Sendîkeya Parêzerên Kurdistanê
Her sal roja 3/1 wek salvegera damezrandina Sendîkeya Parêzerên Kurdistanê tê bi bîranîn ku îsal 31 sal bi ser damezrandina sendîkeyê re derbas dibin û niha 20 hezar parêzer di sendîkeyê de hatine tomar kirinê.
Bi vê boneyê em wêneyê nasnameya Serok Mam Celal Talebanî ya sendîkeya parêzeran diweşînin. Di nasnameya Sendîkeya Parêzeran ya Kurdistanê – Êraqê de weha hatiye:
Parêzer: Celal Husamedîn Talebanî
Deshelat: Rawêjkar
Dîroka Endambûnê: 1959
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Koye 1935
Hêjmara Dosya: 1
Bikar tê heta: 31/12/2017
Îmza: Neqîbê Sendîka: Bextiyar Heyder.
Nasname bi herdû zimanên Erebî û Kurmanciya jêrîn hatiye nivîsandinê her weha Serok Mam Celal yekem endamê sendîkayê bûye.
Weku Sekoya Kurmancî ku (Rojname û malpera Xelat) li xwe digre ya ser bi borda ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê li bajarê Silêmaniyê, em pîrozbahiya salvegera damezrandina sendîkeya parêzerên Kurdistanê li hemû parêzerên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.
XELAT