Qubad Talebanî: Pêwîste Herêm û Bexda hemaheng bin

Qubad Talebanî: Pêwîste Herêm û Bexda hemaheng bin

Qubad Talebanî ragihand, pêwîste Herêm û Bexda hemaheng bin taku di nêzîktirîn dem de hilbijartinên Kurdistanê birêve biçin.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li Balyoza Amerîka li Êraqê (Elîna Romanovsky) kir û di civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û mijara hilbijartinên parlemana Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di civînê de herdu alî hemfikir bûn ku pêwîste bi giftûgo hemû pirsgirêk bêne çareser kirin.

Qubad Talebanî ew yek jî veneşart ku ji berdewamiya nakokiyên siyasî nîgerane ji ber ku karîgeriya xwe li ser jiyan û jiyara welatiyan çêkiriye û pêgeha Herêma Kurdistanê jî li Bexda lawaz kiriye.

Derbarê mijar hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê jî de cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî ragihand, pêwîste hemahengî hebe taku bikarîn di demek nêzîk de û bi awayekî baştir hilbijartin bên kirin. Her weha daxwaz jî kir, Amerîka û hevpeyman hevkar bin û rola xwe bilîzin di nêzîk kirina nêrîna aliyên skiyasî de.

Derbarê proje yasaya bûdceya Îraqê de jî cîgirê serokwezîr hêvî xwest ku di dema pesend kirina yasayê de berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Êraqê liber çav bigrin.