33 Sal biser koçberiya komî ya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe

33 Sal biser koçberiya komî ya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe

Berya 33 salan di roja 31 adara 1991`an koçberiya bi komî li Başûrê kurdistanê rûda ku koçberiyeke gelekî bi êş bû ku li ser destê rêjîma baas ya berê ya Êraqê hate kirin.

Koçberiya mezin ya gelê Kurd li başûr piştî Enfalkirina gelê kurd ku têde 182 hezar mirov ji aliyê rêjîma Baasê ve bi zindî hatine binax kirin û her weha piştî kîmyabarankirina bajarê Helebçe ku têde 5 hezar jin û zarok û kesên bi temen têde hatine kuştinê û piştî serhildana gelê Kurd bi mehekê careke din rêjîma berê ya Êraqê êrişî Kurdistanê kir û di encamê de nêzîkî 2 milyon kurd ji tirsa dubare enfal û kîmyabaranê û kuştina bi komî berê xwe da koçberiyê û xwe gîhandin sinorên Îran Tirkiyê.  

XELAT