Serok Bafil: Bi tundî şewitandina qurana pîroz şermezar dikîn

Serok Bafil: Bi tundî şewitandina qurana pîroz şermezar dikîn

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê Bafil Celal Talebanî şewitandina qurana pîroz şermezar dike û dibêje, nabe di çarçoveya yasada sivkayetî bi pîroziyên mirov bê kirin.

Serok Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de gotiye, "Em bi tundî şewitandina qurana pîroz şermezar dikin û li dijî hemû hewleke bi wî awayî radiwestin, wê rûdanê hemû civaka muslimanan êşandiye û nabe di çarçoveya yasayan sivkatî bi pîroziyên mirov bê kirin."