Hêjmarek mezin ji geştiyaran serdana festîvala henaran kiriye

Hêjmarek mezin ji geştiyaran serdana festîvala henaran kiriye

Berdevkê rêveberiya giştî ya geştûguzarê ya Helebçe (Hewraman Celal) ji radyoya Dengê Gelê Kurdistanê re ragihand, rêjeya geştiyaran di roja duyem ya festîvala henaran û payîzê ya Helebçe li herdû bazgehên Zemeqî û Dereşîşê (85) hezar geştiya çûne nav parêzgeha Helebçe.

Diyar jî kir ku rêjeya hatina geştiyaran û serdankeran bo navenda bajêrê Helebçe nêzîkî (35) hezar geştiyar û serdanker bûye.

Her bi gotina Hewraman Celal hêjmara giştî ya geştiyar û welatiyên ku serdana festîvalê kirine di roja duyem de (120) hezar geştiyar û serdanker bûne.

XELAT