Defterê Dêrîn

Defterê Dêrîn

Nivîsîn: Stran Ebdulah

Defterê dêrîn hêviyek da me, wêne  weha ye ku di demê dengdanê de hatiye serxetê û berê xwe dide çavdêrê sindoqê û jê dipirse (Ez çawa dengê xwe bidim ?.) axaftina xwe weha kir ku xwendekare û dixwaze fêrbe daku çawa ew mafê xwe yê demokrasî bikar bîne.

Zimanê leşe û kes wek wî lê nizane. Lê belê ew ziman xwazayî ye û ne destgirde , mirov hest dike wek aveke zelal û paqij û bi xurtî tê xwar û bi hêsanî dikeve ser dil û rihê mirov de.

(Ez çawa deng bidem?) ev pirsyare ji çavdêr jibo rênmayiya dengdere, hem jî bo teşwîqkirinê ye daku dengder were pêş daku dengê xwe bide hizba xwe; bi aşkira dipirse û ji pirskirinê şerm nake.

Serkirde weha bê ku bipirse, ew yek jî me hemuyan hand dide ku ji dibîstana jiyanê fêr bibe daku têr be ji fêrbûnê. Her weha pirsyara ku (Ez çawa deng bidem?) dengekî aşna heye ku dighêje guhê mirovî li kelecana şoreşê me taqî kiriye me li wêstgeha rizgarî û raperînê nas kiriyeû em dilniya ne ku di wêstgeha ferehnasî û demokrasî de jî ya wê yekê ye ku serê xwe deyne serî.

Bi van axaftin û gotinan hêviyek mezin daye me , ku xêr û xweşî û dîmokrasî dereng be jî her wê were her weha ku dem jî here her dê serî hilde.

Tê bîra min di demekê de li destpêka raperîna Kurdistanê de rojnamevanekî ereb hat û jê pirsî: (Berêz Talebanî tu çi li ser hikûmeta Êraqê dibêjî ? Mam Celal bersîv da û got: Ez gihêştime vî temenî heta niha min beşdarî li tu hilbijartinan nekiriye.

Bi vê hizn û paşxanê ve gotara li ser demokrasiyê weku şîfayekê derdên Kurdistanê û Êraqê dinivîsî bi wê endîşe û xewnê ve bi şewq û zewq ve diçû ser sindoqên dengdanê û ji çavdêrê ciwan yê piştî raperînê perwerdeya demokrasiya Kurdistan û Êraqê jê dipirsî; (Min fêr bike ez çawa deng bidim).