Ji bo komkujiya Şengalê 80 hezar îmze hatine komkirin

Ji bo komkujiya Şengalê 80 hezar îmze hatine komkirin

Ji bo naskirina komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî Êzidiyan li Şengalê 80 hezar îmze pêşkêşî Konseya Federal ya Swîsreyê hatine kirin.

Li gorî nûçeya (Yuksekova Xeberê), di çarçoveya daxwaznameya ku di meha Gulana borî de hatibû destpêkirin de 80 hezar û 927 îmze hatin komkirin û tê xwestin ku hovîtiya ku DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir, ji aliyê hikûmeta Swîsreyê ve weke jenosîd bê qebûlkirin.

Îmzeyên hatin berhevkirin piştî daxuyaniya li ber Parlamenta Federal ya Bernê ji aliyê komek ji 50 kesî ve ku di nav de Parlamenterê Neteweyî yê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê, Parlamentera Parlamenta Neteweyî ya Keskan û şahid jî di nav de hene pêşkêşî Serokwezîra Konseya Federal a Swîsreyê hatin kirin.

Sekoya Kurmancî