Şêx Cefer piştgirî li daxwazên Encumena Penaberan kir

Şêx Cefer piştgirî li daxwazên Encumena Penaberan kir

Îro roja sêşemê 13-2-2024`an li bajarê Silêmaniyê cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwazî li şandeke Encumena Penaberên Rojava-Sûriye kir.

Her di wê bare de, Berpirsa komîteya bilind a Nûnerên Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Roşîn Serêkanî ji bo malpera Xelatê ragihand: "Bi armanca nasandina rewşa penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û aloziyên jiyanê û pîrozkirina erkên nû yên rêzdar Şêx Cefer, şandeke mezin ji Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye sardana cîgirê serokê Herêma Kuridstanê rêzdar Şêx Cefer Mistefa kir û ji erkên wê ê nû jî pîroz kir."

Roşînê da zelalkirin ku ji aliyê xwe ve, serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Hozan Efrînî gulbaxek pêşkêşî rêzdar Şêx Cefer kir û germtirîn pîrozbahî lê kir. Efrînî daxwaza piştîvaniya serokatiya Herêma Kurdistanê bo bidûvçûna rewşa penaberan daxwaz û xwestekên bingehîn ên kir û hêvî xwest ku alîkar bin bi baştirkirina rewşa penaberan û daxwazên wan ji nîştecihbûna li welatên siyemîn.

Her weha Serîkanî di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji Xelatê re wiha got: Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer jî bi xêrhatineke gelek gerim li şandeya Encumenê kir û tekez kir ku ewê hewil bidin bibin bersiv ji daxwazên penaberan û zelal kir ku ew bi çavekî penabertiyê temaşeya kurdên Rojavayê Kuridstanê nakin, lê ew xwedanê ax û Herêma Kuridstanê ne.

Berpirsa Komîteya Bilind a nûnerên Encumena Penaberan wiha pêde çû: Di dawiya dîdarê de, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê guhdarî nerîn û pêşniyar û daxwazên endamên şandeyê jî kir û piştgiriya xwe ji bo daxwazên penaberan dupat kir.

XELAT