Qubad Talebanî proseya rêforman bi şandeke Amerîkî re gotûbêj dike

Qubad Talebanî proseya rêforman bi şandeke Amerîkî re gotûbêj dike

Qubad Talebanî ragihand, bi hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîkayê de destkeftên mezin hatine bi dest xistin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li gel şandekê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê bi serokatiya (Deyna Strol) civiya di civînê de Qubad Talebanî li ser lezkirina proseya rêforman, her weha ji bo cîbicîkirina yadaştê lihevkirinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîka de tekez kiriye.

Qubad Talebanî daxwaz jî kiriye bi zûtrîn dem Wezîrek bi wekalet yê Pêşmerge bê diyar kirin daku serpereştiya herdu proseyan bike.

Di vê dema dawî de Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di hevdîtinên xwe li gel şandên Amerîkayê daxwaza yekxistina hêzên Pêşmerge dikin daku pêgeha Kurd xurtir bibe.