Serokê YNK`ê peyama serkeftinê gîhand serok Mam Celal

Serokê YNK`ê peyama serkeftinê gîhand serok Mam Celal

Piştî serkeftina gelê Kurd di hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê de serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî çû ser mezarê bavê xwe rewanşad serok Mam Celal û mizgîniya serkeftinê dayê.

Wêneyeke gelek watedar yê serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Bafil Celal Talebanî ye ku piştî ragihandina encamnameyên hilbijartinên parêzgehên Êraqê û serkeftina aliyên kurdî û bi taybetî YNKê ku bi pileya Yekem di nava partiyên Kurdî de li navçeyên Kurdistanî ên ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin ku bihêtire ji 221.270 deng bi dest anî û tenê li Kerkûkê 139,373 deng bi dest anîbûn, ev tê wê wateyê ku YNKê hêza yekeme li wan deveran.

Di vê wêneyê de tê diyarkirin ku serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî bi vê rengî nameya serkeftina YNKê û xelkê Kurd û dubare kirina berevaniya dîrokî ya serok Mam Celal ji rewabûna Kerkûkê û navçeyên qutkirî re ye.

Xelat