YNK û Komel: Ziyanên me ji encama parçebûna me ye

YNK û Komel: Ziyanên me ji encama parçebûna me ye

 Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya endamê Mekteba Siyasî Saidî Ehmed Pîre îro danê sibê di gel Berpirsê Desteya Peywendiyên Kurdistanê ya YNKê Salar Serhed serdana Komeleya Dadweriya Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliya serokê komaleya dadgerî Alî Bapîr û hejmarek endamên mekteba siyasî yên wê hizbê pêşwazî lê hat kirin û piştî civînê kongireyeke rojnamevanî bo Saidî Ehmed Pîre û mamoste Elî Bapîr hat lidarxistin.

Saidî Ehmed Pîre got;“YNK’ê her tim komaleya Dadwerî wek dostê xwe yê nêzîk dihesibîne û hewl daye peywendiyên xwe bihêztir bike, ji bilî wê rewşa Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Pîre têkildarî yekitiya Kurdan jî wiha got: “Kurd bi xwe hertim berpirsê biryarên Dadgeha Federalî li dijî Kurdane, ji ber wê jî her dema ku Kurd yekgirtî bin em dikarin li herêmê û Êraqê destkeftên zêdetir bidest bixin.”
Ji ber wê jî YNKê her dem piştevaniya yekrêziya partiyan kiriye û em di wê baweriyê de ne ku tenê em dikarin derdê xwe derman bikin.”