Platformek ji bo Aştîya Navneteweyî li Almaniya lidar dikeve
Rotary Club (German Action Group for peace) li Almanya bi hevkarî di gel Furoma Almanî-Kurdî, dê di 24 heyva şubatê 2024 an de, platformeke giring û berfireh derbarî Aştîya Navneteweyî bi sernava ( Xalek werçerxanê li Rojhilata Navîn, yan werçerxanek berev rewşeke nediyar) li Mûzexaneya bajarê Dresden- Almanya li darxîne.
Rotary Club, endamekî çalake di Encûmena Netewên Yekgirtî de û nûnerekî xwe yê berdewam wek balyoz li Cinêvê dimîne.
Di vê pilatformê de, tê çavrêkirin çendeha mijar û semînarên giring ji hêla diplomat û kesyetên navdar ve bêne pêşkêşkirin.
Derabarî giringiya lidarxistina vê platfêrmê birêz Yûnes Behram serokê Furoma Alamnê-Kurdî weha got:
“Giringîya vê platformê di sê xalên bingehîn de ye: Yên ku dixebitin, mijarên semîneran û semînervan. Semînervanên vê platformê bi baldarî hatine hilbijartin“.
Bahram di berdewamiya axaftina xwe de weha diyarkir:
“ Ji bo vê platformê ya giring ew e ku welatên Ewropî di siyaseta xwe de, xwe dispêrin nerînên semînervan û semînerên wiha û dezgehên wan. Nerînên van kesan dikin jêder û bingeh digrin di navendên xwe yên biryargirtina siyasî de. Ji ber vê yekê, semînervanên ku di vê platformê de beşdar dibin, ji bo siyasetmedarên Ewropî wekî referens tên e hesibandin. Her weha encamên vê pilatformê bandoreke erênî ya mezin li ser tevahiya pevajoya siyaseta kurdên Ewropayê dike“.
Ji mijarên giring ku dê di vê platformê de bêne pêşkêşkirin:
-Dr. Andreas Reinicke, serokê Enstîtûya Rojhilatnasiyê – Berlîn.
-Dr.Wilhelm Dietl, serokê Dezgeha Îstixbaratê, beşa Têkoşîna li dijî Terorîzma Îslamî (Filistîn û Îsraîl, maka pevçûnan in).
-Yûnes Bahram, serokê Foruma Almanî-Kurdî (Rizgariya Kurdan di serdema Zivistana Ereban de).
-Christian Peter Hanelt, Weqfa Bertelsmann ( Zenga metirsiyê. Ewropa çawa Rojhilata Navîn winda kir).
-Profesor Dr. Gerhard Zapatel, Balyozê Ewropî li Neteweyên Yekbûyî (Pergaleke cîhanê ya nû, yan pergaleke nû ji cîhanê re).
- Faîza Yûnes, dermansaz û çalakvana mafên mirovan
( Jin li Rojhilata Navîn - Jiyan û mirina bi hîcab û bê hîcab).
XELAT/Amadekirin: Dilşa Yûsûf