Serokê YNK: Erkê me hemuyane em mafê Kurdên Êzdî biparêzîn

Serokê YNK: Erkê me hemuyane em mafê Kurdên Êzdî biparêzîn

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Celal Talebanî biryara bi cenosîd nasandina komkujiya Kurdên Êzdî ji aliyê hikûmeta Brîtanya ve bi gavekî erênî û dilxweşker bi nav kir.

Serok Bafil Celal Talebanî diyar jî kir ku, biryara Hikûmeta Brîtanya dê ronahiyê zêdetir bixe ser ew tawanên derheq bi Êzdiyan û Kurdan bi giştî hatine kirin.

Serokê YNK`ê spasiya xwe arasteyî hikûmet û gelê Brîtanya jî kir li hember ew biryara dîrokî û hewlên wan jibo çespandina dadperweriyê bi bilind nirxand.

Li ser astê Kurdistanî jî Serok Bafil Celal Talebanî got: Erkê me hemuyane em pêkve hewlên xwe jibo bidestxistina piştgîriya civaka navdewletî ji bo bi cenosîd nasandina wan tawanên beramber gelê Kurd hatine encamdan zêdetir bikin û mafê Kurdên Êzdî biparêzîn.

Sekoya Kurmancî