Li Qersê di bûyereke trafîkê de 7 kes mirin

Li Qersê di bûyereke trafîkê de 7 kes mirin

Li Bakûrê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûne.

Medyayên Tirkiyê belav kirine ku,li navçeya Qamûşanê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakûrê Kurdistanê di encama wergêrana pasekê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kesên din jî birîndar bûne, ew pas li ser rêya Erzrom – Qersê wergeriyaye bi sedema ku ajokarê wê kontrola xwe ji dest daye û 50 metran ji kendalekê ketiye xwarê.

Sekoya Kurmancî