Li Efrînê jineke Kurd hate Kuştin û mala wê talan kirin

Li Efrînê jineke Kurd hate Kuştin û mala wê talan kirin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd hate kuştin û mala wê jî hate şewitandin û talan kirin.

Li gor daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, jina bi nave "Ofê Şêx Ehmed keça Ze'îm" temen /31/ salî ji aliyê çekdaran ve li navenda Bajarê Efrînê hate kuştin, her weha piştî ku mala wê talan kirin şewitandin.

Li heman cihî, şeva 3/6/2023an. pîrejinek bi navê "Qedriye Cemîl Îbiş"temen (70) sal bi qurşîneke tewşankî ye çekdaran hate kuştin.

 Li gorî daxuyaniyê , derdora xaçerêya "Maratê" ya li Efrînê biryargehên leşkerî yên herpênc gropên Milîs yên (Feyleq El-mecid, El-mu'itesêm Bîlah, Mihemed El-fatêh, El-sultan Mûrad, Ehrar El-şerqiyê) hene.

Jina Kurd "Ofê Şêx Ehmed " ji xelkê Gundê "Şêx" - Navça Reco ye, bi "Henîf Henan Xelîl" (ji xelkê Gundê "Qîbarê" - Efrîn) re merkirî bû, herdu li bajêr rûdiniştin û bê zarok bûn.

Jina Kurd: Ofê Şêx Ehmed