Hozan Efrînî: Pirsgirêkên Mektoman Bi Çûna Welatê Sêyem Çareser Dibe

Hozan Efrînî: Pirsgirêkên Mektoman Bi Çûna Welatê Sêyem Çareser Dibe

 Ji bo çareseriya  pirsgirêga (Mektomên) Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, serokê Encumana Penaberên Rojavayê Kurdistanê (Hozan Efrînî) ji Xelatê re ragihand ku penaberên (Mektom El-qeyd) en li herêmê Kurdistanê çarenivîsa wan ne diyare ji ber ku tu belgeyek tomarkirna wan li Suriyê nîne.

Efrînî, amaje bi wê yekê jî kir ku, yek careserî heye ji bo wan kesên (Mektom El-qeyd),  ew jî şandina wane bo welatê sêyem. Her weha di wê bare de weke encumena penaberan konferansek teybet di hola Rêxistina Geşepêdana Şaristaniyetê (CDO) li bajarê Silêmaniyê de li daxist û me ji aliyên pêwendîdar me dexwaz kir ku rewşa penaberên (Mektom El-qeyd) bi zûtirîn dem were çereserkirin.

Her wiha Hozan Efrînî eşkere kir jî, ewê Konferanseke teybet ji bo penaberên nexweş jî saz bikin ji bo ku wane jî ji Herêma Kurdistanê bi riya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)ê ji bo welatê sêyem bêne şandin armanca me ya sala 2024`an aktîvkirina niştecihkirina welatên sêyem.

XELAT- Roşîn Serêkanî