Amerîka ji Sûriyeyê xwest ku li hember Kurdan nermtir be

Amerîka ji Sûriyeyê xwest ku li hember Kurdan nermtir be

Amerîkayê kêfxweşiya xwe li hemberî gavên rêkeftina agirbestê û têkilkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê di nav desthilata Sûriyeyê de anî ziman û ji rayedarên Sûriyeyê xwest ku li hember daxwazên Kurdan nermiyê nîşan bidin.

Li gorî raporeka ajansa Reutersê, Waşîntonê ji serokê demkî yê Sûriyeyê xwestiye ku heta bikarin  li hember daxwazên HSDê "nerm" be.

Şîreta Amerîkayê ji Şamê re ewe ku ji bo nîşandana niyetek paqij ji siyaseteke tund dûr bisekine. Bi baweriya Waşinton dayîna awayekê "xwerêveberiyê" ji bo Kurdan guncaw e, bi şertê ku ev yek gefê li desthilatdariya Şamê nexe.

Li gorî rêkeftinê, hêzên HSDê dê di çarçova sê lîwayan de ser bi Wezareta Parastinê de werin bicihkirin û hêzên ewlehiyê yên hikûmetê dê ber bi bajarên Qamîşlo û Hesekê ve biçin.

Eve di demekê de ye ku, fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî duh piştî hevdîtina bi wezîrê derve yê Amerîkayê re axivî û got ku, deverên Kurdî di warê îdarî û leşkerî ve wê ji aliyê Kurdan ve werin birêvebirin.

Her weha Waşînton hêvî dike ku nermbûna Şamê dê bibe destpêka aştiyek demdirêj li Sûriyeya piştî Esed.

 

XELAT