Li bajarê Amûdê hola sînemaye tê avakirin

Li bajarê Amûdê hola sînemaye tê avakirin

Ji bo bîranîna şehîdên Sînemaya Amûdê yên komkujiya sala 1960`an, Rêvebewriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê dest bi avakirina holeka sînemayê dike.

Yekitiyên Şaredariyên Kantona Cizîrê ragihandiye ku, rûbera sînemaya nû hezar û 162 metre çargoşeye û li başûrê bajarê Amûdê ye.

Li gorî şaredariyê lêçûna wê projê 346 hezar û 326 dolare, her weha biryare projeya sînemayê di 6 mehan de bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye, di 13`yê Mijdara 1960`an de, sînemaya Amûdê hate şewitandin û di encamê de 200 zarok ku temenê wan 12 sal derbas nake, hatin kuştin. Ew bûyer, wek Komkujiya Sînemaya Amûdê tê naskirin. Li gorî delîlan saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê berpirsê wê şewatê bûne.

 

XELAT