Bi vîdyo.. Bangewaziyek bi êş ji bavkekî Efrînî ji bo raya giştî

Bi vîdyo.. Bangewaziyek bi êş ji bavkekî Efrînî ji bo raya giştî

Gencê Kurd yê bi navê (Derwîş Nîdal Çawîş) ku xelkê herêma Efrînê ye 9 salin bê hişe û bavê Derwîş bangewaziyekê ji raya giştî re dike û daxwaza alîkariyê dike.

Di encama buyereke hatûçûnê de, li bajarokê Şeran a Efrînê, ku di 15-11-2016`an de otombîl li ciwanê kurd Derwîş Nîdal Çawîş dide, lê heya niha ti çareserî ji birîna wî re nebû ye.

Di wê barê de, Nîdal Şawîş Bavê Derwîş ji malpera Xelatê re dide nasandin ku çawa lawê wî Derwîş rastî buyereke hatûçûnê tê û di encamê de, heya niha bê hiş maye.

Nîdal Derwîş bi rêya peyameke vîdyoyî daxwaz dike ku hemû kes û alî hewil bidin ku alîkarê lawê wî bin tako ji Herêma Kurdistanê derxînin derv bo welatên siyem tako bête dermankirin.

Bavê Derwîş dibêje wî li gel hemû rêxistinên sivîl ên peywendîdar çi bi riya xwe û çi bi riya Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye hewil daye ku çareseriyeke guncaw ji lawê xwe re bibîne, lê mixabin heya niha tiştek nebû ye.

 Hêjayî gotinê ye ku Nîdal Çawîş tevî kurê xwe yê nexweş û malbata xwe li bajarê Silêmaniyê nîştecihe û çaverêya destê alîkariyê ye.

XELAT