Q.Talebanî: Divê mafê Kurdan di Sûriyeya nû de parastî be

Q.Talebanî: Divê mafê Kurdan di Sûriyeya nû de parastî be

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel fermandarê hêzên hevpeymana navdewletî li Êraq û Sûriyê General (Kêvin Lêyhî) civiya û têde tekez kir, divê mafê Kurdan di Sûriyeya nû de parastî be.

Qubad Talebanî basl kişand ser wê yekê jî ku, her çiqas hindek amajeyên erênî li Sûriyê derketine, lê rewşa bi giştî hestiyare û daxwaz kir ku di Sûriyeya nû de mafê hemû pêkhateyan û bi taybetî jî mafê gelê Kurd were parastinê.

Sebaret bi rewşa Rojavayê Kurdistanê jî, Qubad Talebanî ragihand ku pêwîste kurd di vê rewşê de yekgirtî û yekdeng be û pêgeh û mafên xwe li Sûriyeyeke yekgirtî û demokrat de misoger bike.

 

XELAT