Li Bexdadê 3 ciwanên Êzidî jiyan ji dest dan

Li Bexdadê 3 ciwanên Êzidî jiyan ji dest dan

Îro roja çarşemê 29-11-2023`an hat ragihand ku li bajarê Bexdadê di encama ketina asansorê ji qata 14 ya avahiyekê de, 3 ciwanên kurd ên Êzidî jiyan ji dest dan.

Her weha navên wan hersê ciwanan ev in: (Nayif Xidir, Hesen Elî û Sedûn Murad) e. Her weha wek hat zanîn ku ew hersê ciwanên Êzidî ji devera Şengalê ne û di kompaniyeyekê de dixebitin û ev qederê wan bû.

Em wek stafa sekoya kurmancî serxweşî li malbata wan hersê ciwanên Êzidî dikin.

Xelat