Daxwazek ji bo koçberên Şengalê daku vegerin warên xwe
Wezareta Koç û Koçberan ya Êraqê koçberên Şengalê han dide ku vegerin warên xwe.
Her di wê çarçoveyê de, Wezareta Koç û Koçberan ya Êraqê daxuyaniyek belav kiriye û têde aşkira kiriye, ku her malbateke koçber ya Şengalê ku ji kampan vegere bo warên xwe wê (4) milyon û nîv dînaran bide wan.
Her weha Wezareta Koç û Koçberan ya Êraqê behsa wê yekê jî kiriye ku armanca wan vegera tevahiya aware û koçberên navxweyî ye û daxistina kempane ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.
XELAT/ Jêder: Kurdistanî Nwê