Rojên Şanoya Jinan a Amedê tê lidarxistin
Li bajarê Amedê bi serpereştiya Şaredariya Mezin a Amedê, 1. Festîvala Rojên Şanoya Jinan a Amedê wê bê lidarxistin. Festîval roja 5ê Mijdarê tê lidarxistin û wê 6 rojan heta 10`ê Mijdarê bidome û têde lîstikên jinan, hevpeyvîn û xebatên atolyeyan wê hebin.
Festival di bin banê Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin de çalakiyan dimeşîne, wê ji Enqere, Îzmîr, Stenbol, Kerkûk û bajarên Îranê Seqiz û Sineyê 9 lîstik wê bên pêşkêşkirin.
Pêşkêşkirinên bêpere, li Navenda Çand û Kongreya Amedê û Şanoya Bajarê Amedê wê bên kirin.
Her weha di roja dawî ya bernameyê de, 10'ê Mijdarê, li Şanoya Bajarê Amedê dê lîstika bi navê "Salma" ya ku ji Kerkûkê tê li Navenda Çand û Kongreya Amedê wê bê pêşkêşkirin.
XELAT/ Malpera Şaredariya Amedê