Guhertinên di sîstema rêvebirinê li Rojavayê Kurdistanê

Guhertinên di sîstema rêvebirinê li Rojavayê Kurdistanê

Sernûserê Rojnameya Xelat a bi kurmancî ku navenda wê li bajarê Silêmaniyê ye rojnamevan (Hozan Efrînî) ji Dengê Amerîka ya bi Kurdî re ragihandiye ku, meclîsa giştî ya Rêvebirîya Xweser berî çend rojan Peymana Civakî ya nû ya herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê pejirandiye.

Hozan Efrînî, diyar jî kir ku, bi wê biryarê, navê rêvebirîyê bûye Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê ku herêmeke yekbûyî ye û ji 7 kantonan pêk tê.

Rojnamevan û şîrovekarê sîyasî Hozan Efrînî guherîna nav û sîstema Rêvebirîya Xweser dinirxîne û ferq û wekhevîya rêvebirîyên Kurdan li Îraq û Sûrîyê dide berhev.

 Hûn dikarin li vir guhdarî hemû hevpeyvîna rojnamevan Hozan Efrînî bikin.....

XELAT/ VOA-kurdî