Bi wêne.. Xwendekarên Zanîngeha Rojava serdana `Girê Moza` kirin

Bi wêne.. Xwendekarên Zanîngeha Rojava serdana `Girê Moza` kirin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ya beşê Petrokîmiyayê, ya Rimêlanê ya ser bi navçeya Dêrîka Hemko ya Rojavayê Kurdistanê serdana `Girê Moza` ya dîrokî kirin li navçeya Amûdê.

Dîrokzan û zimanzan Biradost Mîtanî li lapera xwe ya tora civakî kêfxweşiya xwe aniye ziman û nivîsiye: (Di cihê kêfxweşiya min de bû ,dema ku xwendekarên zanîngiha Rojava ya Petrokîmiyayê, ya Rimêlanê ji min xwestin ku ez rênasê wan ê dîrokî bim ,di serdana Girê mozan (Orkêş) de.

Girê moza (7) kîlo metran rojhilatî Amûdê ye û Orkêş paytexta bavkên yên Xorî (Horî)yane

Bradost Mîtanî dibêje: (Ez ji wan re li ser dîroka Xoriyan (Horiyan)  derbarê gir, perestgihê, koçka padîşah Topkêş û bîra Abî axivîm.)