YNKê dixwaze Pêşmerge ji Hizbê mezintir be

YNKê dixwaze Pêşmerge ji Hizbê mezintir be

Lîjneya Pêşmerge li Perlemana Kurdistanê zêdetir li 70 civînan jibo hevgirtin û xizmetkirina hêzên Pêşmerge pêkanîne lê ji ber rêgiriya aliyekê siyasî ew hewl bê encam mane. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê jî dixwaze Pêşmerge ji Hizbê mezintir be.

Di vê derbarê de Endamê Lîjneya Pêşmerge li Perlemana Kurdisanê "Osman Sêderî" ji malpera PUKMEDIA re ragihad:"Lîjneya me li Perlemanê zêdetir ji 70 civînên navxweyî û bi dehan civîn li gel hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û artêşa Êraqê encam dane lê belê hewlên me negihêştine encamê çûnkî aliyekî siyasî berjewendiya xwe di hevnegirtina hêzên Pêşmerge de ye.

Ji aliyê xwe ve jî (Mela Arî) Pêşmergeyê dêrîn û Endamê Serkirdayetiya (YNK)ê ji PUKMEDIA re got: "Armanca Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêzên Pêşmerge wek hêzeke nîştimanî be."

Mela Arî diyar jî kir; "Li ser astê fermandariya leşkerî ya YNK`ê me hewlên zêde dan bo hevgirtina hêzên Pêşmerge lê belê aliyekî siyasî ew niyet nîne û dixwaze hêza heyî wek hêzeke milîs jibo berjewendiyên xwe yên hizbî bi kar bîne."