Êrişa li ser firokrxaneya Erbetê hat şermezar kirin
Duh roja duşemê piştî nîvro li devera Şehrezûrê li firokxaneya Erbet ya kiştûkaliyê êrişeke terorîstî pêkhat û di encamê de 3 pêşmergeyên dije terorê yên YNK`ê jiyan ji dest dan û 3 pêşmergeyên din jî bi dijwarî birîndar bûn.
Di wê barê de, Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî bi riya belavokeke fermî bi tundî ew êriş şermezar kir û ew kiryarê terorîstî bi metirsîdar nirxand û ji hemû aliyan daxwaz kir ku helwest nîşan bidin û xwedî li serweriya Herêma Kurdistanê û Êraqê derkevin.
Di heman demê de cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî bi heman awayî bi tundî ew kiryara terorîstî şermezar kir û her weha serokê parlemana Kurdistanê Dr. Rewaz Fayîq jî bi heman awayî êrişa li dijî firokxaneya Erbetê bi tundî şermezar kir.
Her weha peyvdarê hêzên çekdar ê Êraqê lîwa Yehya Resûl jî ew êriş bi binpêkirina serweriya axa Êraqê nirxand û dazawaz kir ku welatên cîran rêz li serweriya Êraqê bigrin û ev bûyer dubare nebin.
Xelat