Stafa Xelata Kurmanca pîrozbahî li Stran Ebdula kir

Stafa Xelata Kurmanca pîrozbahî li Stran Ebdula kir

Îro roja çarşemê 4/10/2023 bi boneya bidawîbûn û serkevtina kongireya pêncemîn a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, stafa “Xelata Kurmanca” ku pêkhatibû li her yek sernivîser Hozan Efrînî û cîgirê sernivîser Dawud Çîçek, serdana endamê encumena serkirdeyetiya YNK`ê kak Stran Ebdula kirin û serkevtina kongireya pêcemîn ya YNKê û erka wî ya nû pîroz kirin.
Ji aliyê xwe ve jî kak Stran Ebdula kêfxweşiya xwe anî ser ziman û dubare piştgiriya xwe û ya YNKê ji bo pêşvaçûn û serxistina proseya Xelata Kurmanca ji bo vejandina çand û hunera kurmancan dupat kir.

Xelat