Zêdeyî 300 hezar geştiyar di cejnê de serdana herêma Kurdistanê kirine
Di çar rojên bêhnvedanên Cejna Qurbanê de zêdetirî 300 hezar geştiyar serdana parêzgehên Herêma Kurdistanê kirine û ji wan 100 hezar geştar serdana parêzgeha Helebce kirine.
Berdevkê Desteya Geştûgûzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd dibêje: Piraniya geştiyaran ji başûr û navenda Êraqê û ji derveyî welêt hatine, her bajarek xwedî taybetmendiyên xwe ye, hevdem li Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 hezar cih û navendên geştiyariyê hene.
Rêveberiya Giştî ya Geştiyariyê ya Helebce jî di daxuyaniyekê de ragihand ku di rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 100 hezar geştiyar serdana deverên geştiyarî yên parêzgeha Helebce kirine.
Li gorî Îbrahîm Ebdulmecîd , zêdetirî 200 hezar geştiyar serdana parêzgeha Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kirine.
XELAT/ PUKmedia
