10 sal bi ser cenosîda Kurdên Êzdî re derbaz dibe

10 sal bi ser cenosîda Kurdên Êzdî re derbaz dibe

Sibeha roja 3`yî meha Tebaxa sala 2014`an terorîstên (DAIŞ) êrişî devera Şengalê û gund û navçeyên dewrûberê wê kirin û komkujî bi ser xelkê me yê Êzîdî pêkanîn.

Di encama wê komkujiyê de zêdetir li (10) hezar Kurdên Êzîdî şehîd û bêsercih bûn û zêdetirî (360) hezar kes jî ji warên xwe koçber bûn. Her weha terorîstan çendîn gund û perestgehên Êzdiyan wêran kirin û bi komî mêr hatine kuştin û hatine binax kirin û jin û keçên Êzîdiyan jî wekû kole şandin Musilê û Reqayê li Sûriya û deverên jêr destê (DAIŞ) de û zarok jî ji bo xizmeta desthilata xwe perwerde kirin û di şerê xwe de bikar anîn.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Kurdên Êzîdî, hêjmara wan kesên jiber êrişa DAIŞ hatine revandin (6) hezar û 417 kes bûn ji wan 3 hezar û 548 kes jin û keç bûne û 2 hezar û 869 kes jî xort û zilam bûne.

Her weha ji wê hejmarê 3 hezar 570 kes hatine rizgar kirin  ji wan (hezar û 208 jin û 339 zilam û hezar û 66 zarok keçin û 957 zarok jî kurin).

Li gor amarê di encama tawanên DAIŞ de nêzîkî (5) hezar Kurdên Êzîdî şehîd bûne, heya niha jî pitir ji (83) gorên komî û hêjmarek korên take kesî li Şengalê hatine dîtin û (68) mezargeh jî hatine jinavbirin.

Nivîsgeha rizgarkirina Kurdên Êzîdî diyar kiriye ku, hêjmara Kurdên Êzîdî li Êraqê pêş şerê DAIŞ (550) hezar kes bûn niha 135 hezar û 860 kesin ku li nav kampên Herêma Kurdistanê de dijîn û zêdetir li 120 hezaran jî koçberî welatên derve bûne.

 

XELAT