Li Colemêrgê 6`mîn Festîvala Cîlo destpê kir
Festîvala 6`emîn ya Cîloyê ku her sal li ser Gola mezin ya çiyayê Cîlo ya parêzgeha Colemêrgê navçeya Geverê tê lidarxistin, îro 10/8/2024 destpê kir.
Festîvala Cîlo ya ku li Colemêrgê li Çiyayên Cîlo yên 4 hezar û 135 metre li bilindahiyê û li Golên Qeşayê yên Satê 3 hezar û 400 metre bilindahî tê lidarxistin destpê kir.
Hêjayî gotinê ye çiyayê Cîlo jî, duyemîn bilindtirîn çiyayên Kurdistana bakûr û Tirkiyê ye û hemû zozanin gelê wê herêmê jî li ser xwedîkirina pez û dewaran debara xwe dike.
Nêzîkî 15 hezar kes li hemû deverên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê beşdarî di festîvalê de dikin û bi stran û dîlanên Kurdî û nîşandana kelepor û kultura Kurdî festival tê xemilandin her weha tevî lîstokên werzişî û pêşbirkên cuda, festival 2 rojan didome.
XELAT