Sekoya Kurmancî erkê nû yê rêzdar Letîf Nêrweyî pîroz kir
Stafa sekoya kurmancî bi mebesta pîrozkirina erkê nû, îro roja duşemê 23-10-2023, sardana rêzdar Letîf Nêrweyî berpirsê borda ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê kir.
Di wê serdanê de, stafa sekoya kurmancî ku pêkhatibû ji berpirsê sekoyê Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawud Çîçek ji aliyê berpirsê borda ragihandinê rêzdar Letîf Nêrweyî ve hatin pêşwazî kirin.
Ji ber wergirtina erkê nû ya berpirsyartiya borda ragihandinê ya ser bi mekteba ragihandin û Hoşyarî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê de, stafa sekoya Kurmancî pîrozbahî li rêzdar Letîf Nerweyî kir û serkeftin di kar û xebata wî de xwest.
Ji aliyê xwe ve jî, rêzdar Letîf Nêrweyî jî dilgeşî û xweşhaliya xwe ji wê serdanê re nîşanda û tekez kir ku wê bi hev re erkên xizmetkirina bi berferehkirina kar û xebatên ragiahndinê dirêjpêder bin.
Xelat