MIROV Û ZIMAN

MIROV Û ZIMAN

Nivîskar: Merwan Berekat

 

Ji ber ku ziman nasnameya wêjeyê ye û rola wî di jiyana mirovahiyê û wêjeyê de gelek girîng e, zor pêwîst e ku em beşekî ji wê rolê diyar bikin.

Zimanê mirovayê (mirovahiyê) di koka xwe de ji afirîneriya mejiyê mirov e. Di navbera mirovan de alavê danûstandin û pêwendiyan e. Ji her neteweyekê re zimanekî taybet heye, di hiş û bîrdanka mirovên wê neteweyê de cih digire. Bi riya axaftinê tê bikaranîn û pêwendiyan dirust dike. Her weha ji bo pevgihîştin û hevtêgihîştinê di navbera nifşên netewe û çivakê de alavê gihandina helwest û peyman e. Lewra zimanê neteweyî yê her miletekî bi zimanê dayîk (dayîkê) tê binavkirin. Çendî zimanê biyanî hêja û dewlemend be, ti carî cihê zimanê dayîk nagire.

Zimanê dayîk ê her miletekî ne tenê sistem û alavê danûstandinê ye, lêbelê bîrdanka neteweyî ya herî girîng e. Zimanê dayîkê kultûr, bîrûbawerî û bihayên neteweyî, niştimanî, civakî, dîrokî û kultûrî li xwe digire.

Dema ku miletek zimanê xwe yê dayîk winda dike, rasterast bîrdanka wî ya çandî û neteweyî ligel taybetiyên neteweyî yên herî girîng û serke winda dibin.

Mirov hest, raman û helwestên xwe bi riya zimên derdibire û digihîne mirovên derdora xwe. Feylesofê Firansî ``Bofon dibêje: ``Heger mirov bê ziman ba, dê wek meymûnan bima û pêşdeçûn di mêjî û jiyana wî de çê nedibû``. Bêguman gotineke zanistî û rast e, ji ber ku ziman yek ji hêmanên çanda civaka mirovahiyê ye. Her weha navgîna herî girîng e ku çand û daneheva serdeman ji nifşekî vediguhêze nifşekî din. Ango em dikarin bibêjin, mirov bi zimên mirov e.

 Dema ku lêkolînvan di warê zimannasînê de lêkolînê dike, derbasî taybetmendiyên hiş, mejî û qonaxên dîroka jiyana mirovahiyê dibe. Bêguman gelek dijwarî li pêş derdikevin û hin jê ev in:

a - Ji ber ku dîroka jiyana mirovên kevn (pêşîn) ji dîroka mirovên hişmend gelekî dirêjtir e, di wan qonax û serdemên dirêj de ziman bê nivîsîn bû.

b - Di qonaxa destpêka nivîsandinê de dengkirin ji nivîsandinê bêhtir bû. Ango ziman nedihate nivîsandin.

c - Li gor ku zimannas û dîroknasan diyar dikin, di serdemên destpêka nivîsandinê de gelek ziman hebûn, lê nivîsîn derbasî jiyana wan nebûbû. Ji ber wê yekê ne gengaz e ku ew zimanan bêne naskirin. Zimannas Şilaşîr dibêje: ''Destpêka zimên û pêşketina wî pir ji berî dîrokê ve ye. Zimanên ku îro miletên cîhanê bi kar tînin û yên ku mirov û miletên kevn bi kar anîbûn, hemû ji bermayên zimanên herî kevin in''.

Di serdemên kevn de ango berî ku nivîsandin derbasî jiyana zimên bibûya, bêguman mirovan hestên xwe derdibirîn. Çîrok serpêhatî û serboriyên xwe ji hev re vedigotin, lê bi devkî bûn. Ew jî tê wateyê ku di roja roj de, ango di destpêka ku mirovên hişmend axiviye de wêje hebûye û bi riya zimên dihate vegotin. Em dikarin bibêjin mirov pêşîn ziman afirand û pê raman, hest, helwes û agahiyên xwe yên li gor wan serdeman derbirîn.

Di encama de pirsek derdikeve meydanê ew jî ev e: Di destpêkê de kê ziman afirand û çawa?

Bêguman bersiva vê pirsê gelek dirêj û berfireh e, lê zimannas li ser rawestiyane û lêkolînên berfireh kirine. Bi demê re her çûye girîngiyek dane vê zanistê, lê gelek nakokên mezin di navbera zimanzan û olperestan de li ser vê mijarê derketine.

Zimanzan Şilaşîr dibêje: ''Ziman ji taybetiyên ramanên mirov e. Hêzek e ji yên hişê mirov e û kes nikare li pêş pêlên wê hêzê raweste, yan wê ji hiş û mejiyê mirov cuda bike ''. Bêguman bersiva zimanzan Şilaşîr rast e. Bila kes nekeve xeyalên nezanistî û nebêje ku ziman ne ji berê mejiyê mirovan e.

Di destpêka jiyana mirovahiyê de û ta roja îro civaka mirovahiyê, her li ber xwe dide da ku li hember dijwariyên jiyanê bi ser keve. Hêza wê berxwedanê ya herî hêzdar hiş e. Jêdera her zanist, pêşketin û afrîneriyê di hemû warên jiyanê de rola hiş ya sereke ye. Ango her gavek ji pêşketinê hêza hiş li pey heye. Zimannasê Almanî ``Bob`` dibêje: ''Ziman ji çêkirina mejiyê mirov e, ne ji dervî mejiyê wî ye. Ango hêza mejiyê mirov ziman çê kiriye''. Her mirovê ku bi hişmendiya zanistî dirame, bêguman nêrîna ``Bob`` rast û durust dibîne. Lê bîrdoza dînî (olî) ta roja îro wê nêrînê nerast dibîne.

Gelo em dikarin bibêjin ku hemû ziman ên kevn û yên dema niha ji berê mejiyekî tekane ne?

Bîrdoza zimannas ``Himboldit`` bersiva vê pirsê dide û wisa dibêje: ''Curbecuriya zimanên dema niha ji me re diyar û destnîşan dike ku di serdema mirovên pêşîn de  mejiyên curbecur hebûn. Ziman ne ji çêkirina mejiyekî tekane ye. Ya rast ew e ku ziman ji aliyê gelek mejiyên curbecur ve hatiye çêkirin''. Di destpêka jiyana mirovan de, gelek ziman hebûn û tiştên ku rastiya vê nêrînê teqez (tekez) dikin gelek in û yek ji wan ev e:

- Dema ku mirovan bingehên zimanî yên her zimanekî ji zimanên cîhanê bi şêweyekî zanistî lêkolîn û raçav dike, digihîne encamê ku her zimanek xwedî taybetiyeke zimanî ye.

Piraniya zimannasan teqez dikin ku di despêka jiyana mirovahiyê de gelek ziman hebûn, ango her komeke mirovan zimanek ji xwe re çê kiribû. Ji aliyekî din ve yên ku dibêjin hemû zimanên îro li cîhanê bi kar tên ji aliyê çêkirin û dêrîniya xwe ve li komeke mirovan, an li neteweyekê vedigerin, nêrîneke şaş û nezanistî ye. Hin ji zimannasên Ereb dibêjin: ``Zimanê erebî yekemîn ziman bû, ku mirovên pêşîn bi kar anîn bûn û piştre zimanên din jê şax vedane``. Hemû bîrdozên zimannasînê vê nêrîna teng û nezanistî dixin hindurê çargoşeya nijadperestiya zimanî.

Gelo ziman dikane kesayetiya xwe ya zimanî her tim biparêze, yan jî her tim di yekasta zimanî de bijî?

Civaknasîn dibêje: ''Ti kes, an ti hêz nikanin zagonên pêşdeçûna civakê rawestînin. Civak her tim bi demê re tê guhartin û pêş de diçe''. Wek nas e; ziman yek ji rûdawên civakî ye, kesayetiya xwe ji jîngeha xwe ya civakî werdigre. Lewra guhartin û pêşdeçûnên ku di hemû warên civakê de çê dibin, bandorên xwe li jiyana zimên dikin. Lewra ziman nikane her tim di yekastê de bijî.

Dema ku mirov bi şêwakî zanistî li jiyana zimên vegere û raçav bike, dê bibîne ku her zimanekî di dirêjiya dîroka xwe de her tim xwe ji nexweşiyên zimanî paqij kiriye. Ziman li gor pêwîstiyên her serdemekê jiyana xwe zelal û hêsan dike.

Ji ber ku wêje bi riya zimên tê vegotin û nivîsandin, pêşketina ku di jiyana zimên de çê dibe resterast bandora wê li jiyana wêjeyê dibe. Her weha nûjeniya ku di jiyana zimên de çê dibe, jiyana wêjeyê bê bandorên wê namîne.

Di serdema niha de roj bi roj pêşdeçûn di hemû warên jiyanê de çê dibe û gelek guhartin derbasî jiyana civaka mirovahiyê dibin. Di hemû gavên wê pêşdeçûnê de, rola zimên heye û pir girîng e. Lewra jî hin guhartin nemaze ji aliyê bêje û têgehan ve derbasî jiyana zimên dibin.

Her zimanek ji zimanên cîhanê berî ku bigihîşta asta xwe ya niha ji firehkirin, pêşdeçûn û dewlemendiyê di gelek qonaxan re derbas bûye. Zimannas ``Corc Monîn`` dibêje: ``Her ku pêşdeçûn di mejiyê mirov de çê dibe, li gor wê di jiyanê zimên de jî pêşdeçûn çê dibe``. Lewra em dikanin bibêjin: Her zimanek ji zimanan ji jiyana xwe ya pêşîn pir dûr ketiye. Her weha wêje jî di bêhtirî qonaxekê re derbas bûye ta gihîştiye dema xwe ya niha. Ji ber ku têkiliya di navbera zimên û wêjeyê de têkiliyeke dîrokî ye û bêyî hev nabin.

Her zimanek ji zimanên cîhanê, rola wî di jiyana civaka xwe de dilîze û ji her zimanekî re kesatiyeke taybet heye. Dibe ku zimanekî ji zimanan rola desthilatdariyê di hin serdeman de biribe û hewil dabe rola zimanên din lawaz bike yan jî tune bike, lê ti carî nayê wateya ku zimanekî dewlemend e yan ê herî baş e.

Ma gelo kes dikane bibêje ku zimanê Erebî yan ê Tirkî yan jî yê Îngilîzî ji zimanê Kurdî bêhtir û baştir dikanin hêza pêşdeçûnê bidin civaka kurdî! Bêguman na. Çima?

Her zimanek hêzeke wî ya zimanî heye û bi wê hêzê bandorê li civaka xwe dike. Her weha dikane bêhtirî her zimanekî din rola xwe ya erênî di hemû warên aborî,  civakî, dîrokî û wêjeyî de bilîze. Belê, her zimanek hêza xwe ya zimanî ji şaristaniya gel û jîngeha xwe ya civakî werdigre. Çendî miletek di aliyê şaristaniya xwe de li pêş û hêzdar be, ewqas zimanê wî jî li pêş, hêzdar û dewlemend dibe û bandora xwe li hemû zimanên hevdema xwe dike.

 Nijadperestên Ereb, Tirk û Farisan bîrdozên zimannasiyê piştguh dikin û diyar dikin ku zimanê wan ji hemû zimanên din baştir, pîroztir û dewlemedtir in, dibêjin: ((Mûzîka dengên zimanê me ji ya hemû zimanên din xweştir û naziktir e. Dengên hemû zimanên din hişk û bê mûzîk in)). Bêguman nêrîna wan vajayî rastiya zimannasiyê ye, ji ber ku di her zimanekî de dengên nazik û yên hişk hene û ji her dengekî re cihekî taybet di guhên guhdaran de heye. Ji mafê her neteweyekê ye zimanê xwe pîroz bibîne û pê be, lê ne ji mafê wê ye zimanên din tune bike.

Me gotibû her zimanek rola xwe di civaka xwe de dilîze û her zimanek bêtirî zimanên biyan dikane gel û civaka xwe pêşve bibe. Ma gelo zimanê Kurdî dikare wê rolê di jiyana gel û civaka Kurdî de bilîze?

Zimanê Kurdî zimanekî kevn e. Di gelek serdemên dîrokî de nemaze di dema Xoriyan, Mîtaniyan û Mîdiyan de hemû şaxên zanistê yên wan serdemina ji memikên xwe yên zimanî mêjandiye. Zimanê Kurdî ji sedsalan ve nemaze bi zimanê erebî, farisî û tirkî re di arîşeyeke gelek mezin de ye, lê bi hemû hêza xwe li ber xwe daye û têk neçûye. Ji ber ku zimanekî resen û xwedî kok e, di gelek serdemên dîrokî de bandorên xwe yên zimanî li hin zimanan kirine. Dema ku em dîroka wêjeya gelên ku wan serdeman hevsînorê Kurdan bûn vekolînin, dê diyar bibe ku wêjeya kurdî ya hînga nemaze efsane û destanan bandoreke mezin li wan kiriye. Destana Gilgamişê nimûneya herî zindî ye.

                      ***

Jêder:

Merwan Berekat, Jiyana Zimên.

Xelat