Pêşgotina Berhemên giştî yên helbestvan Hadî Behlewî

Pêşgotina Berhemên giştî yên helbestvan Hadî Behlewî

Nivîskar: Dilawerê Zengî

Wêje, bê guman afirandinek afirîner a mirovî ye ku hîm, bingeh, bintar û stûnên xwe ji kûrahiya jiyanê werdigire. Hunerên wêjeyî bûnewer  û zindi-yên bi giyan, henase û bên in ku ji sawêr, hest, dîtin û ramanên curbecur ên mirov dertê. Berhema wêjeyî gotina nivîskî ya bi nivîsandinê ve girêdayî ye û bi rêzan tê parastin, wêjeyê hînî mirov dike, ku çawa di hunera xwe de nûjeniyê bike û ji kar û pîşe-ya xwe hunerek zêrek, yekta û bêhempa bafirîne ..

Wêje yek ji razên bedewiyê ye, şaxek ji şaxên hunerê ye û binyat û pêkhateya wê ziman û peyv e, lê ziman ew e ku wêjeyê dike huner, çawa ku deng, melodî, beste û mûzîkê çê dike û wan dike huner û wekî reng alavek di çêkirina hunera wênesaziyê de, û her weha kelûpelên peykersaz kevir, kanza û metal in; lewra peyv li gorî hunerên navborî, deng, reng, kevir û metal, di  wêjeyê de, hêmanek sereke û bingehîn e. Ji ber vê yekê peyva bedew qor û kevirê bingehîn ê wêjeyê ye, ku yek ji hunerên xweş û belkî jî ya herî bilind, çeleng û bedew be. Peyv hestên mirov dihejîne, hestên wî dipejinîne û dihêle ew birame û bihizire, û dikare jî ramanên wî jêrdest bike. Dîroka wêjeyê bi dîroka hişmendî, têgihîştin, bişkivandin û hilbûna ramanî ya mirovî ve girêdayî ye, Ji ber vê yekê ji me re xuya dike, ku li vê cîhanê pêşveçûn û pêşkeftina gel û neteweyan bi heman rengî ye. Wêje, di jiyana kom û neteweyan de xwedî roleke bibandor e, û tu cudahiyeke mezin û girîng di wê de nîn e, ku bibe sedema pêşvebirin û pêşketinê. Em dizanin, ku wêjeya kurdî bi rengê xwe yê devkî, gelêrî û nivîskî, di jiyana gelê Kurd de, xwedî roleke bibandor bû.

Bêdiro, heyvanê nivîsandinê li ba hemû nivîskaran yek e, lê meyandina heyvên li ba wan ne wek hev e. Di meyandinê de, her nivîskarek li gorî behre, têgi-hiştin, zanîn û şiyana xwe di nîhad, hest û hizrê xwe de dimeyîne. Bi tu awayî nayê mandelekirin ku helbestvanî sinç, behre û danek xwedayî ye, di nîhad, wijdan û giyanê wî de, xwezayek hevseng e, bi hevotin û fêrbûnê ne pêkan e, hem jî bi lenger û perwerdekirinê nayê bidestxistin.

Helbest, ne diyardeyeke sekinî û bê liv e, ne  jî dîtaniyeke ekadîmî ye. Liv û guhêzeke hundirî di cîhana peyv û bêjeyan de digere, û jiyaneke serme-dî ye. Di pêşketin û nûkirina raman, hizir, ziman, huner û civakê de, roleke mezin dilîze. Helbest deryak ji evîna bê dorpêç û sînûr e. Bê rawestandin û miçiqandin, dizê û diherike. Lewra, mirov nikare pend û şîretan li helbestvanan bike. Lê mirov wek xwênere dikare nerîna xwe di helbestê de bide. Xwendina helbestê ji mirovekî ta bi mirovekî din ne tenê cuda û tê guhertin. Lêbelê, xwediyê (afirênerê) helbestê bixwe, piştî çend xwendinan, tiştin nû jê re xuya dibin. Ev jî ji ber ko (hest) di sînora gotin û peyvan de nayê bestîn, û ne jî tê hevragirtin. Ji ber ku ziman nikare (hest) di bûyîna wî ya xweber de jiber bike. Divê pêwendî û têkiliyek giyanî di nava herdû aliyan de, di navbera xwendevan û helbestê (rakêş û rakêşayî)yê de hebe.

Di nav helbestvanên wêjeya kurdî de Hadî Behlewî (Bavê Nûhat) cihekî giring digire. Ew lawê Mele Şêx Mûsê Qerqatî ye. Mele Şêx Mûsê Qerqatî mirovekî welatparêz û miletperwer bû. Di sala 1958an de, ew û seydayê Cegerwîn û Mele Şêx Mûsê Şêxî bi hev re partiya Azadî ava kiribûn. Di sala 2010an de, sed mixabin helbestvan Hadî Behlewî tûşî êşa Şekir bû û roj bi roj ew êş lê giran bûbû ta giha bînahiya herdû çavên wî winda bûn. Rast e, ew bi êşa korbûnê re di kêferat û nakokiyê de bû, lê tevlî weha jî tariya dîtinê nikaribû wî ji afirandin û wêjeyê û ji karê civakî dûr bixistana. Hadî Behlewî bi du şêweyan helbest hûnaye, kevneşop û nûjen (serbestê kêşsaz). Bi du zimanan zimanê kurdî û zimanê erebî nivîsandiye. Helbestvanekî xwedîhuner û bibehre ye. Di vehandina peyvan de, rewanbêjekî zîrek û desthil e, helbestên xwe bi zimanekî rewan, zelal, nazik, bedew û şayik hûnane, gotinên biyanî di helbestên wî de pir kêm peyda dibin, wateyên gotin û hevokên wî kûr û şîrîn in. Helbestvanekî welatpa-rêz, miletperwer û kurdhez bû. Naveroka helbestên wî evînî, marş, sirûd, şînî, xweşxwan û perwerî bûn. Bi şînî  û şahiya gelê xwe ve girêdayî bû. Mirovekî bi danûstendin bû. Hevalê hevalê xwe bû. Rastgo û xwedî bawerî bû. Zimanxweş, rûgeş û dêmgirnijî bû. Bi perwer û sinçî bû. Bê paye, nefsbiçûk bû. Ne pirgîr û kêsbaz bû. Ne xawenê çenebaz bû. Bi dîtin û nerîn bû. Xwedî raman û pênûseke azad bû. Bi tenahî û dilsoz bû. Helbestvanekî hest nazik û hest tenik bû. Bi hêsanî helbestên xwe diafirandin . Evîndarekî şêt, şeyda û dilsozê welat û yara xwe bû.

     Berên dara evîndariya wî şîn û geş bûn. Bi hezar berên rengereng xemilandî bûn. Lê, heger berên darê tehl nebin şirînî û sipehîbûnê jî nadin. Tenê şirîniya gulê bi dîtin, nektar, bêhnxweş û şîravê xweş e. Lê ya xweştir ew e, ko bilbilekî şeyda bi deh hawan bixwîne û pesnê rengînî û geşbûna gulê bide. Wê gavê nuh gulê li naz û niyaza xwe haydar dibe û li ber sura bayê sibê serî ditewîne û bi yarî û qurnazî serî dihejîne. Bi ciwanî, bedewî, rûgirnijî, dêmgeşî û dilşadiya xwe serbilind e. Gulê! dezgîr e, bilbilê şêt dilketî ye. Heger tu axaftineke bê sûde, lavijeke bê awaz, sazeke bê dûzan bî, tucarî  tê nikaribî dilê gulê  bi dest xwe bixî; ji ber ko  gulê dilkoçer e.

Di 17/08/2021ê de, demjimêr 12ê nîvrojê mamoste Hadî Behlewî ez vexwendî serdana mala xwe kirim. Min xwe negirt, bi lez û bi bez min berê xwe da mala wî. Min ji xwe re got: Xuyaye helbestek nuh afirandiye, lewra şandiye dû min; ji ber ku her cara helbestek dihûnand, çi di riya telefonê re çi rûbirû ji min re dixwend û min jî ji devê wî werdigirt. Min li deriyê malê xist, kurê wî Umer derî vekir, çavên Umer tijî hêsir bûn û bi dengekî kelogirî ji min re got: Fermo apo bavê min li hêviya te ye. Dema ez derbasî hundir bûm û çavên min bi birayê min î hêja ket, min xwe negirt dengê min lerizî û kela girî kete gewriya min, gelek serpêhatiyên min û wî di wê movika demê de li ber çavên min diçûn û dihatin. Bi derd û xemgîniyeke mezin min silav lê kir. Wî bi dilekî kuldar û bi êş bersiva min da. Wê gavê min nuh naskir bê birayê min ne ji bo nivîsandina helbestê şandiye dû min, lê belê diyare rewşa wî ya tendirustiyî pir ne baş e. Wekî her carê pêşî li rewşa min pirsî... û piştre mîna şêrekî birîndar ku nedixwest êşa birîna xwe diyar bike, bi dengekî bi hêz got: "Keko temîna min li te be her sê dîwanên min di yek berhemî de kom bike û pêşgotinekê jê re binivîse û biparêze. Diyar e ez ê ji dunyayê bar bikim, dema we karûbarê veşartina min kir, jibîr neke cendekê min bi alaya kurdistanê bipêçe ". Mixabin pir dirêj nekir adinî rojê canê xwe spart.

Li ser xwestek, daxwaz û temîna wî min û çend hezker, meriv, dost û hogirên wî me cendekê wî bi alaya kurdistanê pêça û bi cih kir. Ji aliyê din, bi boneya yekemîn salvegera koçkirina wî, min her sê dîwanên wî (Sibe Ewê Bê, Ji Dil û Ristek Janên Hûnayî) di yek pirtûkê de, bi awayekî qeşeng, bedew û bi rêkûpêk komkir û min pêşgotinek jê re nivîsand û çap kir. Min bi dilsozî temîn, xwestek û daxwaza wî bi cih anî. Ez vê çapa rebeq ji bona şad kirina giyanê wî pêşkêşî wî dikim. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî Bihişta rengîn be. Dest li ber mirinê nayê hildan.

Kurtejiyana Helbestvan Hadî Behlewî:

Helbestvan Hadî Behlewî di 16ê Gulana 1948an de, li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê  Qamişlo û li gundê Girzînê jidayik bûbû.. Li gund xwendina xwe ya seretayî xwendibû  û di sala 1962yan  de, pola nehan navinçî, li Qamişlo stendibû û ya amadeyî jî, li Hisiça stendibû.

Ji sala 1965ê ve, dest avêtiye pênûsê, da ku bi herdu zimanan zimanê Kurdî û zimanê Erebî helbestê binivîse.

Di sala 1967an de, li zankoya Helebê koleja zima-nê Erebî xwendibû.

Di sala 1969an de, li dibistanên seretayî mamos-teyî kiribû.

Ji sala 1980î-2004an, li dibistana Qadisiyê mamo-steyê zimanê Erebî bû.

Di sala 2010an de, ew tûşî êşa Şekir bû û roj bi roj ew êş lê giran bûbû ta giha bînahiya herdû çavên wî winda bûn. Rast e, ew bi êşa korbûnê re di kêferat û nakokiyê de bû, lê di gel vê jî tariya dîtinê nikaribû wî ji afirandin û wêjeyê û ji karê civakî dûr bixistana.

Sê berhevokên Hadî Behlewî yên helbestan hene, yek bi navê "Wê Sibe Bê -(2002)" ye, yek jî bi navê" Ji Dil-(2017)" e, ya din bi navê "Ristek Janên Hûnayî-(2021)"ye.

Bi dehan ji helbestên Hadî Behlewî bûne sitran û hunermendên wekî: Se’îd Gabarî, Buha Şêxo, Adil Hiznî, Hisên Bavê Azad û Selah Resûl helbestên wî bi awaz kirin û sitrane.

Helbestvan Hadî Behlewî di geşta nivîskariya xwe de, “Xelata Mele Ehmedê Palo” di salvegera wî ya duyemîn de wergirtibû.

Hêjayî gotinê ye ku li vê dawiyê çend xelat pêşkêşî wî bûn, lê wî lêborîna xwe xwest û ji destên wan aliyan/ kesan tu xelat wernegirt.

Di 18/08/2021ê de, demjimêr 9ê sibê, li bajarê Qamişlo koça dawîn kir.

Helbestvan/ Hadî Behlewî

Dilawerê Zengî/ Qamişlo   - Roavayê Kurdistanê

XELAT