`Kurdistanî Nwê` ji bo Kurdistaneke modern û nû

Bi boneya 34 saliya Rojnameya `Kurdistanî Nwê` ez pîrozbahiyê li hemû karmend û berpirsên rojnameyê dikim ku bi bê westan rojname gîhandine roja îroyîn û giranî û giringiya xwe di nava pêşkeftinên teknolojiya hemdemî û ragihandina dicîtalî û global de parastiye.
Ez wek rojnamevanekî kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku min xwe fêrî zaravayê soranî kiriye ez gelek bextewerim ku ez dikarin bikevim nava rûpelên rojnameyê û sûd ji nêrîn û hizir û raman û naverokên reng û reng ya rojnameyê wergirim ku di serî de bîr û hizrin rewanşad Serok Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê û boçûnên cuda yên ronakbîr û rewşenbîr û hunermend û siyasetvanan wergirim û babetên girêdayî Kurmancan wergerînim zaravayê kurmancî û li malpera Xelatê biweşînim daku xelkê me yê kurmanc li Bakûr û Rojava û Qafqasiya û cîhanê sûd wergirin û girêdana Kurdistaniyan bi hevre çêbibe.
`Kurdistanî Nwê` ji dayîkbûya raperîna gelê Kurdistanê a sala 1991`an bûye kû Mam Celal giringiyek taybet daye rojnamê daku bi rêya wê Kurdistaneke Nû were avakirin û daxwaz ji hemû rewşenbîr û ronakbîran kiriye ku eger rexneyên wan hebin bila di rojnameyê de binivîsînin jiber ku Mam Celal sibeha hemû rojekê rûpelên Kurdistanî Nwê dixwend û dişopand.
Bi kêfxweşî ve, niha ez her roj berî dest bi karê xwe bikim rûpelên Kurdisatnî Nwê dişopînim û babetên cur be cur yên derbarê herçar parçeyên Kurdistanê û tevahî Kurdan ji Qafqasiya ta hemû cîhanê dixwînim û her weha gotarên bi nirx yên nivîskaran dişopînim û cihê kêfxweşiyê ye ku hêjmara nivîskarên jin û ciwanan zêde bûne. Bi vê boneyê ez careke din serkeftin û pêşkeftinê ji rojnameyê re dixwazim û spasiya berpirs û xebatkarên rojnameyê dikim.
Dawûd Çîçek
11/1/2025
XELAT