Bernadim dozê?

Bernadim dozê?

Helbestvan: Bêçarê Kobanî

 

Bernadim dozê?

Ji wê şubhê ketim dozê

Ez na gihîştim wê sozê

Mame li ser qereqozê

Mirin her ew yek mirine

Li bendavê têkûşere

Ciwan û kal kin tevgere

Di ber minre here were

Kirasê xwe j'min kirine

Kirasê kin li mi nayê

Bese kêşim vê belayê

Dem hat ku dûrbim ji tayê

Rêkê li min dibirine

Bi gurz û şûr û mertalim

Wek ji hêrsa xwe dinalim

Ne ciwanim belê kalim

Jiyan ne xew û xarine

Jiyan ne hew bes lêdane

Nav têdan ewjî jiyane

Nebin kole bi salane

Rojek firaz xweş kirine

Hilde serî berde berî

Peza kurî bixwe kerî

Her bê rojek tujî mirî

Xweşya karik dangkirine

 

28/01/2025-Kobanî

XELAT