AX JÎYAN
Helbestvan: Dîlan Maku
Jîyan tev bûye qest,
Hêvîyên melomest,
Bûye dûmana gur ,
Yek sixor yek serbest,
Ç' belayên bê îman ,
Ser sicade nimêjan,
Ji bo evden dinê,
Min didin ber kevran,
Herfîne lê vîjdan ,
Seknîne rex ferman ,
Wek axayê zorbar ,
Dibên min tu şeytan,
Ne warê ne namûs,
Kûçikên mala rûs,
Ser axa bav kala ,
D'bêjin min terörist,
N' şeytan im ne axa,
N' sixor im nev taxa,
Hûn baş dizanin vê,
Xem darim ser baxa,
Jîyan tev bû helwest,
B' aqil çûn ba serdest,
Nabînin halê xwe,
Dibêjin min ser mest,
Ez çibikim l' vana,
Ne hostane n' zana,
Ne hevalên n' hogir,
L' min ra tenê dana ,
Bimire bavê wana .....
21,12,2024
XELAT
