DERBAS BÛ DEH SAL
Helbest: Seyrana Celad
Wenda kirin dîn û îman,
Şengal rabû toz û dûman,
Tevî-teyrok Êzdya barî,
Roj û rewş bû axirzeman.
Bi erzanî gel firotin,
Dilê hejar li me sotin,
Bi xeberên xapînokan,
Gilyê derew me ra gotin.
Kombikin hûn çek û rext e,
Wê bikene we ra bext e,
Bû heytehol girt hewirze,
Li Êzdya xist sir û şexte.
Şihirandin keçên xevan,
Zêrandin wan roj û şevan,
Mîna harça li sûka da,
Parvekirin çawa heywan.
Lûbîn gihîşt erş û ezman,
Vercimî bûn di nav xeman,
Bê xwedî û bê sî-sitar,
Dîtin qir û zulma ferman.
Va derbas bû dehe sale,
Ne me milk e ne jî mal e,
Hê kampa da didebirin,
Şikest Êzdya qidûm hale.
Tînin qirê dewr û zeman,
Qedera me zulm û ferman.
3/8/2024
XELAT