Bedew, nazik, gerden more,
Çîl û qerqaş suret sore,
Diçûrise nûr, nedere,
Ewe delal kumreşa min.
Gava kumreşyê ew dike,
Dişibe horî, meleke,
Lêvê kaxêt hingivîne,
Hiş û sewda difirîne.
Çawa bikim ez bi heyran,
Sûcdar nînim ez bi qurban,
Her tenê çev te dibîne,
Tu yî min ra sebir, sekan.
Bawarya xwe tu min bîne,
Dest li destêm dernexîne,
Nebe xerîb dûr nekeve,
Kumreşa min hêrs û kîne.
Tûne evîn bê kumreşî,
Bila nebe ça nexweşî,
Her tişt pîvana da xweşe,
Dil nehêre di nav aşe.
Badîhewa xwe nekile,
Te hez dikim dem û sale,
Bûyî min ra mal û hale,
Kawe-kubar kumreşa min.
Xas-xatûnê neqehire,
Evîna te wek agire,
Hêlma wê da dil dipije,
Kumreşa min gelek zore.
22/8/2023
Sekoya Kurmancî