Ez Wisa
Helbestvan: Baqî Berûkî
Ez
Wisa westiya me
Heger pala xwe nedim
Sînga te westandina min
Ji min naçe.
Ez
Wisa têhn bûme
Heger ji wan reşbelekên
Çavên te
Avê venexwim
Têhnîya min ji min naçe.
Ez
Wisa birçî bûme
Heger ji wan lêvên te
Yên şekirî nexwim
Birçîbûna min
Ji min naçe.
Ez
Wisa dilbirînim
Heger ne tu bî
Kesek nikare
Birîna dilê min
Derman ke.
Ez
Wisa dil ş'kestîme
Heger ne tu bî
Kesek nikare
Dilê min
Xweş ke.
Ez
Wisa bêkesim
Heger ne tu bî
Kesê min
Nîne.
KURDISTANA MIN.
Baqî Berûkî . Sêrt.
XELAT
