Rûfatên Kurdên Êzdî di goreke komî de hatine dîtin

Rûfatên Kurdên Êzdî di goreke komî de hatine dîtin

Li navçeya Til -Efer ya ser bi parêzgeha Nînewa ya Êraqê goreke komî hatiye vekirin ku beşek zêde rûfatên Kurdên Êzdî yên Şengalê ne.

Di vê barê de endamê melbenda Nînewa ya YNK`ê Hisên Derman ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihaniye ku; gora komî vedigere bo serdemê terorîstên DAIŞê û ew gor li parêzgeha Nînewaye û dikeve ser riya navbera bajêrê Tilefer  û navçeya Eyazê.

Hisên Derman got jî; nêzîkî 750 cenaze di wê gorê de hatine dîtin bi hemû temenan û piraniya wan jî ji Kurdên Êzdî ne û hin ji wan jî Turkmenên Şî`e ne û beşek jî xelkê deverê ne.

Ji aliyê xwe ve Berpirsê komîteya YNK`ê ya li Tileferê (Seyid Hanî) ji rojnameyê re ragihaniye ku, piştî encamdana pişkînînên DNA`yê li Bexdadê ji bo nasîna şehîdan ku piraniya wan Kurdên Êzdî yên navçeya Şengalê û gundên derdora wê ne dê li warên wan bêne veşartin.

 

XELAT