Salvegera koça dawî ya hunermend Ednan Dilbirîn

Salvegera koça dawî ya hunermend Ednan Dilbirîn

Îro 24 sal bi ser koça dawî ya hunermendê nemir Ednan Dilbirîn de derbas dibe.

Bi vê boneyê em wek sekoya kurmancî ku rojname û malpera xelata kurmancî li xwe digre, vê rojê bi xemgînî bi bîrtînin û ji Xwedayê mîhreban daxwazkar in ku di beheşta xwe ya berîn de nîştecih bike.

(Ednan Mûse) ku bi Ednan Dilbirîn dihate naskirin, hunermendekî naskirî û hezkirî ê çiyayê kurmênc bû ango ê herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê bû.

Hunermendê kurd ê koçkirî Ednan Dilbirîn yek ji hunermendên Rojavayê Kurdistanê ên dengxweş bû. Şêwaza deng û awazên stranên wî gelek cuda bû, dengê wî, dengê çiyayî bû. Ku di sala 1956`an de li gundê Dêrsiwanê ya ser bi navçeya Şeran a herêma Efrînê jidayîk bûye.

Ji ber jîrbûna wî di karên hunerî de û hezkirina xelkê jê re, ew vexwendin Almaniyayê û piştî vegeriya û ew vexwendin Yunanê jî, lê ji ber qederê, di 1999`an de, dema ku ji ahengekê li gel lawê xwe Şêro û birayê xwe vedigeriyan, rastî buyereke hatûçûnê dibe û jiyana xwe bi yekcarî jidest dide.

XELAT