Kengî cara yekem li Rojava hewldana rêveberiyeke serbixwe hate kirin?

Kengî cara yekem li Rojava hewldana rêveberiyeke serbixwe hate kirin?

Bûyera gundê Topiz û serhildana Amûdê ya 1937an, ku wekî bûyera Tuşa Amûdê jî tê zanîn, rêze bûyerên girîng ên siyasî û leşkerî bûn di wê demê de. Gundê Topiz, ku di navbera Qamîşlo û Amûdê de ye, di serdema desthilatdariya Fransayê ya li Sûriyeyê de wekî yek ji bûyerên dîrokî yên herî girîng ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tê naskirin.

Kongreya Gundê Topiz û bûyerên 1937an li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê di dema ku Fransa di sala 1936an de li Şamê bi Hikûmeta Neteweyî ya Sûriyeyê re di danûstandinan de bû da ku peymanek îmze bike ku dê serxwebûna Sûriyeyê garantî bike, pêk hatin. Di nav civakên herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê de fikarek mezin çêbû, jiber ku peymanê tenê mafên kêmneteweyan ên wekî (Durzî û Elewiyên) ji bo desthilatdariya Şamê misoger dikir, lê mafên Kurd û Xiristiyanan li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê paşguh xistibûn.

 Di wê derbarê de Ferzend, neviyê Ebdî Xelo Axa li gundê Topiz, ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got:

Civîna yekem di 1ê Tîrmeha 1937an de, li mala bapîrê min (Ebdî Axa) li gundê Topizê, bi amadebûna 105 kesayetî û serokên eşîrên Kurd, şêxên Erebên Sunî û rêberên Xiristiyan pêk hat, armanc ew bû ku rêveberiyek serbixwe di bin desthilatdariya Fransayê de were damezrandin, ji ber ku di wê demê de bapîrê min Ebdî Axa, digel çend kesayetên din ên Kurd û Xiristiyan ên li herêmê, alîgirê Fransiyan bûn. Lê belê hindek ji wan kesayetiyan ku di wê civînê de bûn li dijî  daxwazên Kurd û Xiristiyanan ji bo avakirina rêveberiyek serbixwe li herêma Cezîrê û bi giştî Rojavayê Kurdistanê derketin, ji ber ku ew piştgirîya hikûmeta Şamê dikirin, di vê navberê de, xaniyê ku konferansa gundê Topizê lê hate lidarxistin hate wêrankirin, lê me ew cih parastiye.

Serhildana Amûdê

Ferzend got: Serhildana Amûdê di 26-28ê Tîrmeha 1937an de dest pê kir. Bûyera ku bû sedema şer li Amûdê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê, armanc ew bû ku rê li ber biryarên Konferansa Gundê Topizê bigire, pêşî di navbera zilamekî Kurd û zilamekî Suryanî de li bajêr rûda. Paşê, ji ber aloziyên siyasî û rewşa aloz a li herêmê, ew bi lez ji şerekî du kesan ê piçûk veguherî pevçûnek çekdarî di navbera Kurd û Xiristiyanan de bi handana rayedarên wê demê yên Şamê.

Ferzend dibêje, "Alîgirên Fransayê di serhildana li bajarê Amûdê biserketin û parêzgarê Hesekê Tofîq Şamî, ji aliyê zilamên Ebdî Axa ve dîl hat girtin û çend rojan li gundê Elî Faro hate hêştin, her weha li tevahiya deverên Cizîrê û Rojavayê Kurdistanê rayadar û berpirsên hikûmeta navendî hatin girtin û ji herêmê hatin derkirin, û bi tirênê ew şandin Şamê. Her weha du salan, Kurdan û Xiristiyanên alîgirê Fransayê li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek serbixwe ava kirin, ku ji 1937 heta 1939an dom kir. Navenda rêveberî li baregeha gundê Topizê bû, bi serokatiya Ebdî Axa, serokê eşîra Mêrsîna.

 

Avakirina rêveberiyeke demkî

Ferzend got: Piştî avakirina rêveberiyeke demkî bi hevbeşiya Kurd û Xiristiyanan li herêma Cezîrê, helbestvanê Kurd (Cegerxwîn) wek birêvebirê bajarokê Amûdê hat destnîşan kirin, di heman demê de kesayetiya Xiristiyan Eliyas Merşo wek parêzgarê Hesekê hat destnîşankirin.

Her weha Dr. Mamo Jiyan kirin qayîmqam, Mihemed Elî Efrînî wek wezîrê perwerdeyê hat destnîşan kirin û çend dibistan bi zimanê Kurdî vekirin, Ebdî Pêlû wek rêveberê polîsên giştî hat destnîşankirin. Her weha Hacî Derwîş, bavê Rewanşad Ebdul Hemîd Derwîş, dostê dêrînê rêberê neteweyî (Mam Celal Talabanî) jî, kiri rêvebirê bajarokê Qeremanê, her wiha Qamîşlo, Sarêkanî û piraniya navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê ji herdu pêkhateyên Kurd û Xiristiyanan wek rêveberên îdarî yên hatin damezrandin.

Di dawiyê de got: Rojane nûçeyên navxweyî yên rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di kovara (Hawar) li Lubnanê dihatin belav kirin. Lê piştî destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem di sala 1939an de, Fransî ji herêmê vekişiyan û rayedarên Sûriyeyê vegeriyan vegeriyan herêma Cizîrê û deverên Rojavayê Kurdistanê, û dawî li rêveberiya serbixwe ya Kurdan hat. Her çend Fransî ji Ebdî Axa xwestin ku destûra siyasî bide wan jî, eger ew bi wan re biçe Fransayê û dema ku em xurttir bibin em ê vegerin Sûriyeyê , lê bapîrê min Ebdî Axa red kir ku bi Frensiyan re here û gelê xwe bihêle. Bi salan Ebdî Axa ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hate girtin û milkê wî hate desteserkirin.

Di çend salên borî de, şandeyek ji hikûmeta Fransî serdana malbata me li gundê Topiz kir û têkiliya dîrokî ya di navbera hikûmeta Fransî û Ebdî Axa de hat gotûbêj kirin.

Mafên Kurd û Xiristiyanan

Her di wê derbarê de, dîroknasê kurd li Qamîşloyê Faris Osman ji Kurdistanî Nwê re axivî û got: "Piştî destpêkirina danûstandinan li ser îmzekirina peymanekê di sala 1936an de di navbera dewleta Sûriyeyê û desthilatdarên Fransayê de ku dê serxwebûna welêt bi dest bixe û mafên Durzî û Elewiyan misoger kirin. Lê mafên Kurd û Xiristiyanan paşguh xist, piştî vê bûyerê, çend kesayetiyên navdar ên Kurd û Xiristiyan li herêma Cizîrê yadeştnameyek amade kirin ku daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên Fransî kirin, di nav wan de Dr. Kamiran Bedirxan û Haco Axa, serokê Yekîtiya Eşîrên Havêrka digel çend rêberên Xiristiyan û hin Erebên Sunî bi giştî yadeştnameyek ku ji hêla zêdetirî 100 kesayetiyên navdar ve hatî îmzekirin, ku di nav wan de serokên eşîrên Kurd, muxtarên gundan, karsazên Kurd û gelek kesayetiyên navdar ên Xiristiyan hebûn radestî Komîserê Bilind ê Fransî li Beyrûtê kirin. Biryarbû kopiyek ji yadeştnamê bi rêya Wezareta Derve ya Fransayê ji Komeleya Neteweyan re bihata şandin, lê bê encam bû.

Faris Osman got jî: Kongreya gundê Topiz, ji bo ku vê fikarê diyar bike û helwest û daxwazên civakên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bike yek, di heman demê de hejmarek kesayetiyên navdar û serokên eşîrên Kurd, Ereb, Suryanî û Aşûrî li herêmê kom bûn. Di nav kesayetiyên navdar ên Kurd de Haco Axa, Naîf Paşa yê Mîranî, Ebdî Axa Mer'î, Seîd Axa yê Deqûrî, Qedrî Cemîl Paşa, Xelîl Begê kurê Îbrahîm Paşayê Mîllî û Cegerxwîn hebûn. Ji Kesayetiyên Ereb û Xiristiyan jî (Şêx Deham Hadî, Şêx Mihemed Ebdulrehman û Şêx Cemîl Muslit), digel Metran (Yohanna Hebî, Eliyas Merşo, Îbrahîm Aylo û Ezîz Hana), û çendîn kesayetên din ên navdar ên Kurd û Xiristiyan hene. Civîna wan a yekem di 1ê Tîrmeha 1937an de li gundê Topiz li mala Ebdî Axa, serokê eşîra Mêrsîna hat lidar xistin.

 

Sedema serhildana girseyî ya Amûdê

Serhildan ji ber şerekî di navbera zilamekî Kurd û zilamekî Sûryanî de li bajêr çêbû, ku kesayetiyekî navdar ê Sûryanî bi navê (Malik Êlu), ji aliyê zilamekî ji Seîd Axa Deqûrî ve bi guleyê hate kuştin, û şerekî mezin di navbera Kurd û Xiristiyanên alîgirê hikûmetê de pêket.

Guman tê kirin ku ew şer ji aliyê rayedarên Sûrî ve hatiye plankirin, ji ber ku gelên Sûriyê li du aliyên cuda dabeş bû, beşek ser bi Fransayê bûn û beşa din jî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê bûn.

Lê Firensiyan piştgirî da Aşûriyan û bajar bombebaran kirin. Piştre Seîd Axa Deqûrî û alîgirên wî vekişiyan Bakurê Kurdistanê û herêma Şingalê û serhildan wekî Tuşa Amûdê hate nasîn. Ango talankirin û wêrankirina Amûdê. Her weha nêzîkî 220 kes ji her du aliyan ve hatin kuştin, piraniya bajarê Amûdê, bi taybetî taxên Kurd û Xiristiyanan, wêran bûn.

 

Daxwazên Kongreya Gundê Topiz

Daxwazên sereke yên Kongreya Gundê Topiz avakirina rêveberiyeke taybet ji bo herêma Cizîrê bûn ku dê mafên pêkhateyên deverê biparêze. damezrandina xelkên herêmî di rêveberiya xwecihî de, ne li derveyî herêma wan bin. Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo demekê di bin desthilatdariya Fransayê de bihêlin, heta ku rêkeftinek guncaw bi hikûmeta niştimanî re were çêkirin.

Piştî wê kongreyê, di 4ê Tîrmehê de li Hesekê civînek din hate lidarxistin, lê hikûmeta wê demê ya Şamê daxwazên kongireya gundê Topiz red kirin. Piştî ku daxwazên wan hatin redkirin, xwepêşandanên aştiyane yên civak û welatiyên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî yên Kurdan, veguherî serhildaneke çekdarî ku ji rojhilatê herêma Cizîrê heta rojava dirêj bû.

Her wiha di 5ê Tîrmehê de, xwepêşanderan çend bajar û bajarok kontrol kirin û berpirsên hikûmeta Sûriyeyê ji Rojavayê Kurdistanê derxistin. Dema ku Fransayê dît ku rewş ji kontrolê derdikeve, bi destwerdana leşkerî û 33 wesayîtan mudaxele kir, Fransayê  bi wesayîtên zirxî û hêzek leşkerî ya mezin ji Qamîşlo şand Amûdê û ew li deverên girîng ên di navbera her du bajaran de bi cih kirin.

 

Girîngiya Kongreya Topiz

Bûyera Amûdê û Kongreya Topizê li Rojavayê Kurdistanê xwedî girîngiyeke dîrokî ya mezin in, ji ber ku ew hewldanên pêşîn ên rêxistinê bûn ku mafên siyasî û îdarî yên herêmî ji bo civakên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de bixwazin.

Encama serhildana Amûdê, bû sedem ku Fransa bi demkî ji Sûriyeyê vekişe û herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola xwe ya rasterast de bihêle, bi awayekî demkî gundê Topiz, bû navenda biryara rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku Ebdî Xelo Axa, serokê eşîra Mêrsîna û alîgirên herêmê yên alîgirê Firansiyan û Xiristiyanan, bi hev re herêmê birêve birin, lê di dawiyê de Firansayê peyman sala 1936an îmze nekir û vegeriya ser desthilatdariya rasterast li Sûriyeyê.

Gundê Topiz dikeve di navbera Qamîşlo û navçeya Amûdê de. Nêzîkî 80 malin û bi tevahî nêzîkî 700 kes lê dijîn. Her wiha ji eşîrên Mêrsîna, Deqûrî û Omerî pêk tên. Xelkê wê bi çandinî û xwedîkirina heywanan re mijûl dibin. Di heman demê de, Mêrsîna eşîreke navdare li Rojavayê Kurdistanê ku nêzîkî 45 gundên wê li sînorê Amûrê hene û ji hêla binemala Ebdî Axa ve tê rêvebirin. Şandên Firansî hîn jî car caran serdana wê malbatê dikin.

 

Wergerandin/ Dawûd Çîçek

Xelat / Kurdistanî Nwê