Jina Qaso û beroşa tirşikê
Jina Qaso dimire radibe yeke din ji xwe re tîne, vêce rojekê dema li bazarê dimeşiya çav bi gurzek gul dikeve radibe dikire tîne malê.
Li hewşê jinik gurza gula di destê wî de dibîne, ji xwe re dibêje: Qaso ji min re aniye, lê Qaso dicih de dibêje: Kevanî sibe em ê herin gorstanê van gula ji rehmetiyê re bibin û fatîhekê jê re bixwênin.
Aqil di serê jinikê de namîne ew jî sibihê zû radibe beroşek tirşik çêdike bi xwe re dibe goristanê. Vêce dema Qaso radihêje gurza gula dadîtine ser gora rehmetiyê jinik jî pêrepêre radihêje beroşa tirşikê bi ser gora rehmetiyê de dike dirijîne.
Qaso dibêje: Keçê çima te wilo kir...!?
Jinik: Da rehmetiyê tirșikê bixwê...!
Qaso: Bê aqilê ma mirî xwarinê dixun...!
Jinik: Heke rehmetiyê gulên te bihin kirin hingî wê tirșika min jî bixwê.
Spas hêja Kamîran Yûsif
Cemal Dêrgulî
Xelat
